Heyeta PWKyê seredana namzeda serbixwe ya şaredarîya Batmanê Mûazzez Baktaş kir

Heyeta ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê seredana namzeda serbixwe ya şaredarîya Batmanê Mûazzez Baktaş kir

23 Adar 2024 - 11:37
23 Adar 2024 - 11:37
 0
Heyeta PWKyê seredana namzeda serbixwe ya şaredarîya Batmanê Mûazzez Baktaş kir

Heyeta PWKyê seredana namzeda serbixwe ya şaredarîya Batmanê Mûazzez Baktaş kir

Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Alî Altan, roja 22.02.2023yê seredana Teşkîlata Batmanê (Êlih) kirin û li gel rêvebir û endamên Teşkîlata Batmanê ya PWKyê civînek li dar xistin. Di vê civînê de xebatên PWKyê yên li Batmanê hate nirxandin.

Piştî vê civînê, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Alî Altan,, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr û rêvebirên Teşkîlata Batmanê ya PWKyê seredana buroya Namzeda Serbixwe ya Şaredarîya Batmanê Mûazzez Baktaşê kirin.

Heyeta PWKyê serkeftin ji Mûazzez Baktaş re xwest. Mûazzez Baktaş jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 1581 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:18:42