Îdia: 5 parlamenter dê biçin Îmraliyê
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz diyar kir ku eger şandeya ku dê Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li ser navê komîsyona pêvajoyê hilbijêre biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicive, ev yek ‘dê nebe sedema lawaziyekê.’

Piştî van gotinan tê îdiakirin ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dê ji komîsyona 51 kesî 5 kesan hilbijêre û ji bo hevdîtinê bişîne cem Ocalan.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê 5ê Tebaxê ji bo pêvajoyê li Parlamnetoya Tirkiyeyê hatibû avakirin.
Li gorî îdiayan Komîsypn piştî destbikarkirina xwe cara yekem dê Abdullah Ocalan li Îmraliyê ziyaret bike.
Di Komîsyona Parlamentoyê de 22 ji AK Partiyê, 11 ji CHPyê, 5 ji DEM Partiyê, 4 ji MHPyê, 3 ji Partiya Yenîyolê û ji her partiyeke ku koma wê nîne jî parlamenterek, bi giştî 51 parlamenter cih digirin.
Li gorî îdiayan dê li ser navê komîsyonê şandeyeke Îmraliyê bê avakirin ku herî zêde ji 5 kesan pêk tê.
Pêvajoya nû ya çareseriyê, çekdanîn, pêvajoya xwefesixkirina PKKyê û rewşa rêxistinên pê ve girêdayî dê bên gotûbêjkirin.
Fetî Yildizê ji MHPyê di daxuyaniya xwe de ji bo çûna Îmraliyê lambeya kesk pê xistibû.
Yildiz amaje bi wê yekê kiribû ku "ji bo wergirtina beyanên ji Abdullah Ocalan, eger Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş piştî ku dem û rêbaza wê baş bifikire, ji nava komîsyonê 3-4 kesan hilbijêre, ev yek dê nebe sedema lawaziyekê."
Nûvekirina herî dawî: 17:06:48