Îmamoglu serdana Colemêrg û Dêrsimê dike

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê serdana 15 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike, ku Colemêrg û Dêrsim jî di nav de ne.

20 Çile 2023 - 05:08
20 Çile 2023 - 05:08
 0
Îmamoglu serdana Colemêrg û Dêrsimê dike

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu xwe ji bo geşteke bo zêdeyî 15 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê amade dike.

Hatiye ragihandin Îmamaglu di geştên xwe de serdana şaredariyên li wan parêzgehan dike ku ligel şaredariya Stenbolê bira ne an bo çend projeyan hevaheng in û beşdarî vekirina projeyên ku li wan şaredariyan bi hevahangiya ligel Şaredariya Stenbolê hatine çêkirin dibe.

Li gor zanyariyan parêzgehên Dêrsim û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê jî ew parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne ku Ekrem Îmamoglu serdana wan dike.

Îmamoglu di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de bi piştevaniya dengên HDPê û Kurdan li Stenbolê wek şaredar hatibû hilbijartin.

Ev nûçe bi tevahî 1138 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:34