Îraq petrola xwe bi tankeran dişîne Sûriyeyê
Şirketa Petrola Sûriyeyê ragihand ku karwanê yekem ê "petrola reş a Îraqê" gihaye depoyên parzûngeha Banyasê.

Ev pêngav wekî amadehiyeke ji bo hinartina petrolê ya ber bi bazarên cîhanê ve tê dîtin.
Şirketa Petrola Sûriyeyê îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku yekem karwanê tankerên petrolê yên Îraqê di deriyê sînorî yê Tenefê re derbasî nav axa Sûriyeyê bûye.
Tîmên teknîk dest bi valakirina baran kiriye.
Ev petrol dê bi rêya keştiyên bar ji benderên Sûriyeyê ber bi bazarên navneteweyî ve here.
Îraq rêya bejayî bi kar tîne
Wezareta Petrolê ya Îraqê doh di daxuyaniyekê de piştrast kir ku pêvajoya hinartina petrola reş a “bi tankeran” û “di ser Sûriyeyê re” dest pê kiriye.
Wezaretê ragihand ku armanca vê pêngavê "piştgiriya aboriya niştimanî û dabînkirina dahatê ji bo xezîneya dewletê ye."
Ev biryar piştî wê yekê hat ku hinartina petrola Îraqê ji ber şer rûbirûyî pirsgirêkan hatiye.
Li gorî aliyê Îraqê, hikûmeta Sûriyeyê soz daye ku ew li nav axa welatê xwe ewlehiya tankeran biparêze heta ku bigihin dergehên li ser Deryaya Spî.
Girtina Tengava Hurmizê
Îraq ji ber şerê li dijî Îranê û girtina Tengava Hurmizê neçar bûye ku berê xwe bide rêya bejayî.
Îraqê ev rê bi dehan sal in ji bo hinartina petrolê bi kar neanîbû.
Girtina rêyên avê û tijibûna depoyên petrolê wiha kiriye ku hilberîna petrolê li parzûngehên sereke yên başûrê Îraqê ji sedî 80 dakeve.
Niha hilberîn rojane tenê 800 hezar bermîl e.
Divê were gotin ku berê piraniya petrola Îraqê di ser bendera Xor Zubeyrê ya li Kendavê re dihat şandin.
Peymanên bi bazirganan re
Îraqê ji bo ku mehane 650 hezar ton petrola reş veguhêzin Sûriyeyê li gel çar bazirganan peyman îmze kiriye.
Tê çaverêkirin ku ev pêvajo heta meha hezîrana îsal berdewam bike.
Hûrgiliyên peymanan bi vî rengî ne:
- Du bazirgan dê di nava sê mehan de 720 hezar ton petrola reş a ku rêjeya wê ya kukurtê zêde ye veguhêzin.
- Bazirganê sêyem dê 401 hezar ton û bazirganê çarem jî dê 90 hezar ton petrolê veguhêze.
- Ji ber lêçûna zêde ya veguhastina bejayî, bihayê her tona petrolê heta bi asta 155-170 dolarî hatiye kêmkirin.
Nûvekirina herî dawî: 10:48:44







































































































































































