Îsraîl: Me fermandarekî Hizbulahê kuşt!

Îsraîlê ragihand ku wan Fermandarê Giştî yê Hizbulahê Suhêl Husên Husênî kuştiye.

8 Cotmeh 2024 - 07:09
8 Cotmeh 2024 - 07:09
 0
Îsraîl: Me fermandarekî Hizbulahê kuşt!

 Îsraîlê ragihand ku wan Fermandarê Giştî yê Hizbulahê Suhêl Husên Husênî kuştiye.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan Suhêl Husên Husênî li Beyrûtê di “êrişeke asmanî ya deqîq” de kuştiye.

Artêşê ragihand ku Suhêl Husên Husênî ji veguhastina amûrên şer a di navbera Îran û Îsraîlê de berpirsiyar bû.

Li gorî daxuyaniyê, belavkirina amûrên şer a li çekdarên Hizbulahê jî peywira wî bûye.

 

Ev nûçe bi tevahî 695 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:25:52