Îsraîlê li Xezeyê dest bi operasyona bejahî kir
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ji bo kontrolkirina Xezeyê dest bi operasyoneke berfireh a bejahî kiriye.

Hikûmeta Îsraîlê diyar kir ku armanca operasyonê nehiştina Hemasê ye.
Li gorî medyaya Amerîkayê, berpirsên Îsraîlî piştrast kirine ku yekîneyên bejahî yên Artêşa Îsraîlê ketine Xezeyê û rojên pêş dê leşkerên zêdetir tevlî bibin.
“Herêmê biterikînin”
Îsraîlê bangî nêzîkî milyonek Filistîniyên ku li bajêr dijîn kir ku herêmê biterikînin.
Li gorî daxuyaniyên fermî, heta niha zêdetirî 300 hezar kesî ji bajêr derketine.
Hêzên Asmanî yên Îsraîlê beriya operasyona bejahî, bi sedema ku pêwendiya wan bi Hemasê re heye, gelek avahiyên bilind ên li Xezeyê kiribûn armanc.
Amerîkayê jî piştgiriya xwe ji bo operasyonê ragihand lê diyar kir ku ew li bendê ne ku Îsraîl operasyonê bi lez û di demeke kurt de bi dawî bîne.
Nûvekirina herî dawî: 12:08:37