Marco Rubio: Ji bo Hemasê tenê çend roj mane ku peymana agirbestê qebûl bike

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku Îsraîl bombebarana xwe ya li ser bajarê Xezeyê didomîne û got, dem ji bo ku Hemas peymana agirbestê qebûl bike teng dibe.

16 Îlon 2025 - 11:05
16 Îlon 2025 - 11:05
 0
Marco Rubio: Ji bo Hemasê tenê çend roj mane ku peymana agirbestê qebûl bike

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku Îsraîl bombebarana xwe ya li ser bajarê Xezeyê didomîne û got, dem ji bo ku Hemas peymana agirbestê qebûl bike teng dibe.

“Êdî mehên me nînin”

Rubio dema ku ji Îsraîlê ber bi Qeterê ve diçû ji rojnamegeran re axivî û got:

"Îsraîlê li wir dest bi operasyonan kir. Ji ber vê yekê em difikirin ku ji bo pêkhatina rêkeftinekê demeke gelekî kurt heye.

Êdî mehên me nînin, dibe ku tenê rojên me, belkî çend hefteyên me hebin."

Êrişên ku Îsraîl wekî operasyona leşkerî bi nav dike, li Xezeyê dibin sedema mirina sivîlan û koçkirina xelkê.

Li aliyê din, li gorî nûçeya rojnameya Jerusalem Postê, Artêşa Îsraîlê li dijî bajarê Xezeyê dest bi êrişeke nû ya bejayî kiriye.

Di nûçeya ku li ser bingeha çavkaniyên Îsraîlî hatiye amadekirin de hat ragihandin ku tankan dest bi ketina nav bajêr kiriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 8 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:11