JD Vance: Dan û standinên Washington û Tehranê berdewam dikin
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance got ku dan û standinên teknîk ên di navbera Washington û Tehranê de berdewam dikin.

JD Vance ragihand ku Îran bi zanebûn daxuyaniyên redkirina hevdîtinan dide û ev wekî "rêbazeke Farisî ya dan û standinê" bi nav kir.
JD Vance di hevpeyvîneke "The Michael Knowles Show"ê de diyar kir:
"Hinek civînên plankirî yên teknîk hebûn ku li ser dan û standinên me yên berê hatine avakirin. Ew civîn bê guman sibe pêk tên."
Vance daxuyaniyên rayedarên Tehranê yên li ser pêvajoya aştiyê wekî tiştên "balkêş û bêzarker" pênase kirin.
Vance bi bîr anî ku berpirsên Îranê dan û standinên teknîk qebûl dikin lê "hevdîtinên aştiyê" red dikin.
Rêbaza Îranê
JD Vance li ser vê helwesta Îranê wiha peyivî:
"Ew dibêjin 'Na, dan û standinên aştiyê nînin lê li ser peymana aştiyê di navbera Amerîka û Îranê de dan û standinên teknîk hene.'
Ev rêbazeke Farisî ya dan û standinê û şêwazekî axaftina Farisî ye ku ez jê fêm nakim."
Alîkarê Serokê Amerîkayê her wiha nêzîkatiya Donald Trump a li hemberî Îranê parast.
Vance destnîşan kir ku Serok Trump amade ye ji bo gihîştina armancên diyar hêza leşkerî bi kar bîne.
Tevger girîng e, ne gotin
JD Vance di hevpeyvîneke din a bi FOX Newsê re destnîşan kir ku Washington bêhtir bala xwe dide tevgerên Îranê, ne gotinên wan û anî zimên:
"Ji bo ku di dan û standinan de bipêşketineke rast çêbibe divê Tehran tewîzên rast bide.
Gotinên Îraniyan ji bo me ne ew qasî girîng in. Tiştê ku ew dikin ji bo me girîngtir e.
Em hinek nîşanên erênî dibînin, hinek jî nîşanên neyînî hene.
Serok ji me re gotiye ku em li ser pirsgirêkê bixebitin da ku em bibînin ka dê dan û standin ber bi kû ve herin."
Amerîkayî li Dohayê ne
Şandeyên Koşka Spî Steve Witkoff û Jared Kushner piştî daxuyaniya Donald Trump a duşemê ku gotibû Îranê li Dohayê hevdîtinek xwestiye, çûn paytextê Qeterê.
Lê belê Îranê heta niha hevdîtina rasterast a bi Washingtonê re red kiriye û dibêje bi navbeynkaran re civîn didomin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Baqayî diyar kir, "Tiştê ku sibe li Dohayê bê kirin, axaftina li ser bicihkirina bendên peymanê ye ku vegerandina darayiyên Îranê yên rawestandî jî tê de ye."
Peyman û Tengava Hurmizê
Rayedarekî Amerîkayê eşkere kir ku Witkoff û Kushner dê bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî û navbeynkarên din re bicivin.
Peymana di navbera Washington û Tehranê de bi navbeynkariya Pakistanê hatibû amadekirin.
Ev peyman ji aliyê Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Donald Trump ve bi awayê elektronîk hatibû îmzekirin û 18ê Hezîranê ket meriyetê.
Ev peyman ji bo bidawîkirina şerê ku dawiya sibatê dest pê kiribû çarçoveyekê peyda dike.
Di peymanê de çareserkirina pirsgirêkên wekî rawestandina şer, rakirina sizayan, dosyaya nukleerê û vekirina tam a Tengava Hurmizê cih digirin.
Nûvekirina herî dawî: 12:03:58









































































































































































