Kremlîn: Di navbera Putin û Trump de pêwendiyeke jidil û avaker pêk hat

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Yuri Uşakov ragihand ku di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump de pêwendiyeke telefonî ya jidil û avaker pêk hatiye.

19 Tebax 2025 - 09:44
19 Tebax 2025 - 09:44
 0
Kremlîn: Di navbera Putin û Trump de pêwendiyeke jidil û avaker pêk hat

Uşakov di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamegeran de diyar kir ku Trump, piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û hinek serkirdeyên Ewropayê re, bi Putin re pêwendiyeke telefonî ya nêzîkî 40 xulekî pêk aniye.

Uşakov bal kişand ser wê yekê ku pêwendî bi însiyatîva Trump pêk hatiye û got, Putin ji ber mêvanperwerî û organîzasyona baş a lûtkeya li Alaskayê û ji ber bipêşketinên di çareseriya aştiyane ya krîza Ukraynayê de spasiya Trump kiriye.

Uşakov da zanîn ku Trump derbarê hevdîtinên xwe yên bi Zelenskyy û hinek serkirdeyên Ewropayê re yên li Koşka Spî agahî daye Putin û wiha li pey çû:

“Putin û Trump piştgiriya xwe ji bo berdewamkirina hevdîtinên di navbera şandeyên Rûsya û Ukraynayê de anî ziman.

Her du serkirdeyan li ser fikra bilindkirina asta nûnerên şandeyên dan û standinan ên Rûsya û Ukraynayê jî gotûbêj kirin.”

"Pêwendî bi awayekî avaker pêk hat"

Uşakov teqezî li ser wê yekê kir ku serkirdeyên Rûs û Amerîkî li hev kiriye ku derbarê krîza Ukraynayê û mijarên din ên rojeva navneteweyî de di nava pêwendiyê de bin.

Wî her wiha anî ziman ku Putin di dema pêwendiya telefonî de girîngiya hewlên Trump ên ji bo çareseriya Ukraynayê destnîşan kiriye û biland, "Pêwendî bi awayekî jidil û gelekî avaker pêk hat."

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:52:32