Leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand, leşkerî wan ê ku li Başûrê Kurdistanê birîndar bûbû li nexweşxaneyê miriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku leşkerê wan ê bi navê Berat Mecît Day doh li Başûrê Kurdistanê di çalakiya gerîlayan de birîndar bûye.
Li gorî daxuyaniyê, Berat Mecît Day li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê ew ji mirinê nefilitiye û îro miriye.
Wezaretê diyar kir ku Berat Mecît Day leşkerê pispor bûye.
Nûvekirina herî dawî: 20:47:45