Li dijî koma ku balafira rûsî xist, êrîş hat pêkanîn: Herî kêm 30 mirî

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku Bi ser herêma di bin kontrola El Nûsrayê de, ku ji wir li dijî balafira şer ya Su-25 ya rûsî moşek hatibû avêtin, bi çekên hesas êrîş hat pêkanîn. Hat destnîşankirin ku di encama vê êrîşa li dijî herêma El Nûsra ya li Idlibê de herî kêm 30 milîtan hatine kuştin.

4 Sibat 2018 - 04:42
4 Sibat 2018 - 04:42
 0
Li dijî koma ku balafira rûsî xist, êrîş hat pêkanîn: Herî kêm 30 mirî

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de ev tişt hatin gotin: "Li bajarê Idlibê li hemberî herêma di bin kontrola El Nûsray ya ku li dijî balafira şer ya Su-25 ya rûsî moşek jê hat avêtin de bi çekên hesas êrîş hat pêkanîn. Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin di encama êrîşê de herî 30 milîtanên El Nûsrayê hatine kuştin."

Wezaretê beriya niha diyar kiribû ku li herêma Idlibê milîtanên El Nûsrayê bi moşekên hewayî li balafira şer ya Su-25 ya rûsî xistiye û pîlotê bi paraşutê xwe avêt bi milîtanan re ket nav pevçûnê û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

Ev nûçe bi tevahî 1580 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:49:26