Erdheja li Rûsyayê Pasîfîk hejand: Li Endonezyayê jî erd hejiya

Li Nîvgirava Kamchatkayê ya Rûsyayê erdhejeke bi hêza 7,8 pileyan çêbû û piştî erdhejê li Okyanusa Pasîfîkê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

19 Îlon 2025 - 11:12
19 Îlon 2025 - 11:12
 0
Erdheja li Rûsyayê Pasîfîk hejand: Li Endonezyayê jî erd hejiya

 Li Nîvgirava Kamchatkayê ya Rûsyayê erdhejeke bi hêza 7,8 pileyan çêbû û piştî erdhejê li Okyanusa Pasîfîkê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Li aliyê din, li eyaleta Papuayê ya Endonezyayê jî erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan rû da.

Li gorî amarên Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), erdheja Kamchatkayê 145 kîlometre li rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamchatskyê û bi kûrahiya 10 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê ya li Hawaiiyê jî ji bo beravên Pasîfîkê hişyarî da.

Heta niha derbarê zererên canî û madî ti agahî nehatine belavkirin.

Li Endonezyayê erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan

Li eyaleta Papuayê ya Endonezyayê jî erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan çêbû.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 28 kîlometre li başûrê herêma Nabireyê bûye.

Hat diyarkirin ku erdhej bi kûrahiya 10 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

Saziya Avhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) jî hêza erdhejê wekî 6,6 pile ragihand.

Endonezyaya ku xwedî 130 volkanên çalak e ku di nav Xeleka Agir a Pasîfîkê de cih digire û ji aliyê sîsmîk ve wekî yek ji welatên herî çalak ên cîhanê tê nîşandan.

 

Ev nûçe bi tevahî 37 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:09:49