Li Ezazê teqînek çêbû: 8 kuştî û 23 birîndar

Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê zêdetir ji 30 welatiyan di encama teqîna bombeyeke vedayî li navenda bazarekê de hatin kuştin û birîndarkirin.

31 Adar 2024 - 06:25
31 Adar 2024 - 06:25
 0
Li Ezazê teqînek çêbû: 8 kuştî û 23 birîndar

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva borî di encama teqîna bombekê li navenda bazareke Ezazê de, 8 welatî hatin kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûn.

Bajarê Ezazê 20 k.m li rojhilatê Efrînê dikeve û di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.

Li herêmên ku di destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran de ne, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

 

Ev nûçe bi tevahî 850 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:02:16