Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa terorîstî ya li Urdinê bi tundî şermezar kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa terorîstî ya li ser dêreke li parêzgeha Kerekê ya Urdinê bi tundî şermezar kir û piştevaniya xwe ya tam ji bo gel, hikûmet û serkirdayetiya wî welatî tekez kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê êrîşa terorîstî a duh 23ê Cotmehê li Urdinê daxuyaniyek belav kir û ragihand: "Em bi tundtirîn şêwe wê êrîşa terorîstî ya li ser dêreke li parêzgeha Kerekê ya Şahnişîna Urdinê ya Haşimî ya dost şermezar dikin, ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl bûn qurbanî û birîndar bûn."
Hikûmeta Herêmê xemgînî û dilgiraniya xwe ya kûr li hember vê tawana hovane anî ziman û tekez kir ku ev kiryar binpêkirineke eşkere ya nirxên mirovî, azadiya baweriyan û prensîbên parastina cihên olî û canê welatiyên sivîl e.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser helwesta neguhêrbar a Herêma Kurdistanê ya li dijî her cure tundrewî û terorê û hat gotin: "Armancgirtina perestgehan û hewldanên ji bo çandina tovê parçebûn û ajawegêriyê di navbera pêkhateyên civakê de, gefeke metirsîdar e li ser aştiya civakî û pêkvejiyana olî; ev jî ji bilî têkdana ewlehî û aramiyê tu encameke din bi xwe re nayîne."
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemî û piştegiriya xwe ya bê şert û merc ji bo Şahnişîna Urdinê ragihand; herwiha sersaxî ji bo malbat û kesûkarên qurbaniyan xwast û hêviya çêbûneke lezgîn ji bo birîndaran araste kir.
Hikûmeta Herêmê bang li civaka navneteweyî jî kir û got: "Em tekezî li ser girîngiya bihêzkirina hevahengî û hevkariya herêmî û navdewletî dikin, ji bo rûbirûbûn û berhingarbûna terorê bi hemû şêweyên wê, da ku ewlehî û aramiya hemû civakan were parastin."
Ev daxuyanî piştî wê rûdanê hat ku îro li parêzgeha Kerekê ya Urdinê, çend çekdarên nenas gule li beşdarên merasîma veşartina cenazeyekê li nava Dêra "Sant George" reşandin. Di encama vê êrîşa terorîstî de, herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest dan û 34 kesên din jî birîndar bûn.
Nûvekirina herî dawî: 12:54:22







































































































































































