Li Îranê di 16 rojan de 58 kes hatin îdamkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR)) ragihand ku di nava 16 rojan de li Îranê 58 girtî hatine îdamkirin.

1 Tebax 2026 - 10:21
1 Tebax 2026 - 10:21
 0
Li Îranê di 16 rojan de 58 kes hatin îdamkirin

IHRyê li ser binpêkirina mafên mirovan a li Îranê raporeke nû weşand.

Ev rapor bûyerên di navbera 23 û 30yê Tîrmeha 2026an de li xwe digire.

Li Îsfehanê 2 girtî hatin bidarvekirin

Di raporê de hat ragihandin ku 28ê Tîrmehê 2 girtiyên din jî hatine bidarvekirin.

Ew girtî bi navên Ebulfazil Sîpahî Bacanî û Emîr Huseyîn Seferî Huseyînabadî bûn.

Hat diyarkirin ku ew her du girtî li bajarê Îsfehanê hatine bidarvekirin.

Zêdetirî hezar û 500 girtî ketibûn grevê

Raporê her wiha bal kişand ser greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Qizilhesarê.

Hat destnîşankirin ku zêdetirî hezar û 500 girtî tevlî wê grevê bûbûn û grevê 16 rojan ajot.

Girtiyan piştî hevdîtina bi birêvebirên girtîgehê û meqamên dadê re greva xwe bi dawî kir.

Amarên darvekirinan

Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, Tîrmeha 2026an tenê di nava 16 rojan de li girtîgehên cuda yên Îranê herî kêm 58 kes hatine darvekirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 71 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:09:14