Li Nigdeyê bi hêza 5.3 pileyî erdhejek çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Bor ser bi parêzgeha Nigde ya Tirkiyê demjimêr 13:27 xûlekan bi hêza 5,3 pile erdhejeke nû çêbûye û kûrahiya wê 7 kîlometre bûye.

25 Sibat 2023 - 11:11
25 Sibat 2023 - 11:11
 0
Li Nigdeyê bi hêza 5.3 pileyî erdhejek çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) 25ê Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku li navçeya Bor ser bi parêzgeha Nigde ya Tirkiyê erdhejeke nû çêbûye.

Herwiha li gor zanyariyên AFADê erdhej di demjimêr 13:27 xûlekan de û bi hêza 5.3 pile bûye û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erdê bûye.

Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) Orhan Tatar doh ragihandibû ku ji roja yekemîn a erdheja 6ê Sibatê û heta niha 8 hezar û 550 erdhejên paşekî çêbûne û pileya wan di ser 4 pileyan re bûye.

Ev nûçe bi tevahî 644 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:35:57