Li Tirkiyê 140 kes ji ber parvekirinên erdhejê hatine desteserkirin

Rêvberiya Ewlekariyê ya Tirkiyê ragihand ku piştî erdhejê 140 kes bi hinceta li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parvekirinên “provakatîv” kirine, hatine destserkirin.

25 Sibat 2023 - 11:10
25 Sibat 2023 - 11:10
 0
Li Tirkiyê 140 kes ji ber parvekirinên erdhejê hatine desteserkirin

Rêveberiya Ewlekariyê ya Tirkiyê 25ê Sibata 2023an bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku piştî erdhejê 985 bikarhênerên medya civakî hatine destnîşankirin ku bi rêya parvekirinên “provakatîv” di nav xelkê de bûne sedema tirs û xofê û derbarê 570 kesan ji wan de karûbarên yasayî hatine destpêkirin.

Rêveberiya navborî diyar kiriye ku di çarçoveya lêkolînan de bi fermana serdozgeriyan 140 kes ji wan xwediyên hesabên medya civakî hatine destserkirin û 27 ji wan hatine girtin.

Piştî erdheheja 6ê Sibata 2023an piraniya welatiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nerazîbûn û kêmasiya saziyên hikûmî li ser hesabên xwe yên medya civakî parvekirin. Lê berpirsên hikûmeta Tirkiyê ragihandibûn ku ew dê derbarê wan hesabên medya civakî de lêpirsînê bidin destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 811 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:40:53