Li Semsûrê qeza: Miriyek û 13 birîndar

Li bajarê Semsûrê di du qezayên cuda de 13 kes birîndar bûn û kesekî jî canê xwe ji dest da.

30 Adar 2024 - 16:35
30 Adar 2024 - 16:35
 0
Li Semsûrê qeza: Miriyek û 13 birîndar

Li navçeya Bêsniyê ya Semsûrê otomobîla ku Haşim Çeliker diajot wergeriya.

Di qezayê de 7 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.

Li aliyê din li navçeya Serê Golanê jî du otomobîl li hev qelibîn.

Otomobîla ku M.S diajot û otomobîla E.C diajot li ser rêya navçeya Serê Golanê û Mereşê li hev qelibîn.

Di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê her heft birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Golanê.

Li nexweşxaneyê tevî midaxeleyên bijîşkî zarokekî 2 salî canê xwe ji dest da.

Ev nûçe bi tevahî 340 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:48:59