Şoriş Îsmaîl: Alîkariya ku Amerîka û Koalîsyon didin Pêşmergeyan dê bidome

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl ragihand, “Em piştrast bûn ku alîkariya Amerîka û Koalîsyonê ya ji bo Pêşmergeyan dê berdewam bike."

2 Îlon 2025 - 10:21
2 Îlon 2025 - 10:21
 0
Şoriş Îsmaîl: Alîkariya ku Amerîka û Koalîsyon didin Pêşmergeyan dê bidome

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl, doh li Hewlêrê bi Berpirsê Ofîsa Hevkariya Ewlehiyê ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Herêma Kurdistanê Kolonel Dick Pilotek re civiya.

Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku Şoriş Îsmaîl ji ber ku wî dest bi karê xwe yê nû kiriye Dick Pilotek pîroz kiriye û hêviya "serkeftin, berdewamî û hevahengiya zêdetir a di navbera Wezareta Pêşmergeyan û Ofîsa Hevkariya Ewlehiyê" xwestiye.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de behsa pêşketinên dawî yên pêvajoya reforman û avakirina du herêmên serkirdatiya leşkerî û lîwayên pîyade yên Wezareta Pêşmergeyan hatiye kirin.

"Pêvajoya reforman berdewam dike”

Wezîrê Pêşmergeyan derbarê vê yekê ragihand, "Pêvajoya reforman berdewam dike û me hewlên xwe ji bo biserxistina reforman zêdetir kirine."

"Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê di qonaxa geşbûn û bihêzbûnê de ye”

Şoriş Îsmaîl pesnê piştgiriya berdewam a Amerîka û Koalîsyonê ya ji bo Pêşmergeyan da û got:

"Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê di qonaxa geşbûn û bihêzbûnê de ye, ji bo vê jî pêwîstiya me bi alîkariya dostên me heye ku di serê wan de Amerîka ye.

Em piştrast bûn ku Amerîka û Koalîsyon dê alîkarî û piştgiriya ku didin Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê bidomînin.”

"Em dê bi berdewamî alîkariya Wezareta Pêşmergeyan bikin”

Li gorî daxuyaniyê, Kolonel Dick Pilotek ji Wezîrê Pêşmergeyan re ragihandiye:

"Em dê ji bo avakirina binesaziyeke leşkerî ya niştimanî ya bihêz û ji bo ku pêvajoya reformê bigihe armanca xwe bi berdewamî alîkariya Wezareta Pêşmergeyan bikin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 41 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:35:30