Lubnan: Li bexçeyê mala wezîrekî teqînek rû da

Wezareta Gihandin û Karûbarên Giştî ya Lubnanê ragihand ku bombeyek li mala wezîrekî hikûmeta demkî teqiyaye.

8 Îlon 2022 - 07:48
8 Îlon 2022 - 07:48
 0
 Lubnan: Li bexçeyê mala wezîrekî teqînek rû da

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gundê Tariya yê navçeya Baalbekê li baxçeyê mala Wezîrê Veguhastin û Karê Libnanê Elî Hemîya bombeyek teqiya.

Bombe bi têlên elektirîkê ve hatiye girêdan û di hundirê mala wezîrê hikûmeta Lubnanê de hatiye bicihkirin.

Ajansên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolînê dikin û hewl didin çavkaniya bombeyê nas bikin.

Derbarê ziyanên bombebaranê de ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Ev nûçe bi tevahî 816 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:32:50