Marco Rubio: Em êrîşên komên terorîst ên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di peywendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Iraqê, bi tundî êrîşên Îranê û milîsên ser bi wê ve yên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezar kirin.

10 Adar 2026 - 13:21
10 Adar 2026 - 13:21
 0
Marco Rubio: Em êrîşên komên terorîst ên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Derve Marco Rubio duh 9ê Adarê bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemmed Şiya Sûdanî re axivî.

Li gorî daxuyaniyê, Rubio di vê peywendiyê de bi tundî "êrîşên terorîstî" yên ji aliyê Îranê û komên milîs ên li hundirê Iraqê – bi taybetî yên li ser Herêma Kurdistanê – têne kirin, şermezar kirin. Rubio destnîşan kir, ev êrîş asayîşa navçeyê dixe metirsiyê.

Di beşeke din a guftûgoyê de, her du aliyan bal kişandin ser girîngiya rola Bexdayê di parastina saziyên navdewletî de. Wezîrê Amerîkayê tekez kir, divê hikûmeta Iraqê hemû rêkarên pêwîst bigire ber xwe û hemû hewildanên xwe bide, da ku silametiya karmendên dîplomatîk û dezgehên Amerîkayê li wî welatî werin parastin.

Hat diyarkirin ku Amerîka ji nêz ve çavdêriya rewşa ewlehiyê ya li Iraqê dike û daxwaz dike ku hikûmeta Iraqê li dijî komên çekdar ên neqanûnî bi biryardarî tevbigere.

 

Ev nûçe bi tevahî 11 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:24:53