Li Kerkûk û Enbarê êrîş li baregehên Heşda Şeibî hate kirin: Kuştî û birîndar hene
Firokeyên şer baregehên Lîwaya 40emîn a Heşda Şeibî li navçeya Dubiz a Kerkûkê û çend xalên din li parêzgeha Enbarê bombebaran kirin. Di encama êrîşan de hejmarek kuştî û birîndar hatin tomarkirin.

Li navçeya Dubiz a li rojavayê Kerkûkê, îro 10 Adarê baregeha Lîwaya 40emîn a Heşda Şeibî, ku wekî Ketayîbê Îmam Elî tê naskirin, rastî êrîşeke asmanî hat. Li gorî agahiyan, firokeyên şer du caran li ser hev ev baregeh bombebaran kirine.
Berdevkê Heşda Şeibî li Kerkûkê Cewdet Esaf ji Kurdistan24ê re ragihand, di êrîşê de ti kuştî tune ne. Lê jêderekî ji polîsê Kerkûkê diyar kir ku 5 kes birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê jî, di encama her du bombebaranan de 5 kes hatine kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûne.
Hat destnîşan kirin, birîndar ji bo Nexweşxaneya Pirdê hatine rakirin û rewşa tenduristiya hinek ji wan giran e.
Êrîşa li parêzgeha Enbarê
Hevdem li gel êrîşa Kerkûkê, baregehên Heşda Şeibî li parêzgeha Enbarê jî hatin bombebaran kirin. Li gorî zanyariyên destpêkê, di êrîşa li Enbarê de 4 çekdarên Heşda Şeibî birîndar bûne.
Lîwaya 40emîn a Heşda Şeibî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an derbasî navçeya Dubizê ya Kerkûkê bibûn û li wir baregehên xwe ava kiribûn.
Nûvekirina herî dawî: 14:26:07







































































































































































