Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Îtalya li Iraqê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Adara 2023an, pêşwazî li Balyozê Îtalya li Iraqê Mauritzio Gregant kir.

8 Adar 2023 - 11:56
8 Adar 2023 - 11:56
 0
Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Îtalya li Iraqê civiya

Di hevdîtinê de ku Konsulê Îtalya li Hewlêrê Michele Camerota amade bû, dawî guhartin û pêşhatên Iraq û navçeyê û pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê hatin gotûbêjkirin.

Mijara sereke ya civînê, taybet bû bi gotûbêjkirina girîngiya encamdana hilbijartinên Kurdistanê. Di vê derbarê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê hilbijartin di demeke guncaw a vê salê de were kirin û êdî neyê paşxistin.

Balyozê Îtalyayê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, karkirina ji bo parastina mafên mirovan bi giştî û mafên jinan û rûbirûbûna tundûtûjiyê taybetî, bilind nirxandin.

Di beşek din a civînê de, tekezî li girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê bû û bi awayekî bingehîn hat kirin.

Ev nûçe bi tevahî 437 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:44:34