Mesrûr Barzanî: PDK parêzvanê berjewendiyên xelkê Kurdistanê ye

Endamê Politburo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ji bo berevanîkirin a berjewendiyên xelkê Kurdistanê, PDKê di baştirîn cih de ye .

12 Îlon 2018 - 07:45
12 Îlon 2018 - 07:45
 0
Mesrûr Barzanî: PDK parêzvanê berjewendiyên xelkê Kurdistanê ye

Di account a xwe ya Twitterê de Mesrûr Barzanî ragihand, 30ê vê mehê derfetek li ber destê Kurdistaniyan e, ku qonaxa bê ya neteweyê me diyarî bikin. Daxwaz ji xelkê Kurdistanê û dengderan kir ku, di wê rojê de, li derdora lîsta 183 ya Partîya Demokrat a Kurdistanê kom bibin. Jiber ku, ji bo berevanîkirin di ber berjewendiyên xelkê Kurdistanê de, PDK di baştirîn pêgehê de ye .

Twitt a Mesrûr Barzanî hevdemê wê yekê ye ku, roja 11ê ve mehê bangeşeya hilbijartinên Parlemana Kurdistanê destpê kir.

Ev nûçe bi tevahî 1187 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:42:30