Rêxistineke Sîwan!!!

''Lê ez di wê baweriyê de me ku em weke kesên siyasî, partî û rêxistinên me yên bakurê kurdisanê ji vê dûr in. Ji ber ku bi salan e em behsa yekitiyan dikin, lê bi ser nakevin.''

2 Îlon 2025 - 17:09
2 Îlon 2025 - 17:09
 0
Rêxistineke Sîwan!!!

Berî her tiştekî divê em kurd ji nû de li xwe vegerin, xwe û partiyên xwe di ber çavan re derbas bikin. Ji roja me dest bi tekoşîna azad û serxwebûna kurdistanê kirine, bi awayekî zelal û bê layan bikolon, kêmanî û şaşiyên wê bibînin.

Miletek, partiyên wî miletê yên dixwazin ji bona azadiya gelê xwe tekoşîn bidin, divê berê dîroka gelê xwe baş fêr bibin. Raberdûyan di ber çavan re derbas bikin, da ku bikaribin avahî partî an jî rêxistineke sîwan damezrînin.

Ji bona ku mirov xwe bighêjîne armanca xwe, divê me re rast û bi awayekî neteweyî siyaseta xwe şirove bike. Divê mirov ji raberdûyên xwe baş dersan derxe da ku bikaribe pêşiya xwe bi awayî zelal bibîne û veke.

Lê ez di wê baweriyê de me ku em weke kesên siyasî, partî û rêxistinên me yên bakurê kurdisanê ji vê dûr in. Ji ber ku bi salan e em behsa yekitiyan dikin, lê bi ser nakevin. Di vir de kêmaniyek û astengiyek heye, em wê nabînin da ku çareser bikin.

Her çarekê çend partî an rêxistinan tînin ba hev, salek an du salan bi hevre kar dikin û ji nûde ji berê bêtir belav dibin.

Min xwest li gor zanîn û kanîna xwe vê hinekî vekim da ku em êdî meselaya hêz, partî an eniyeke neteweyî çawa damezrînin bibînin.

Daxwaza partiyeke sîwan ne ji îro de ye. Heger bê bîra we piştî salên 2000 ji bona vê armancê hin gav hatin avêtin li bi serneket.

Berê bi navê YEKBÛNê ji du rêxistinên kurdistanê partiyeke hate damezrandin. Li gor min karê baş jî kir. Lê bi serneket. Li ber hilweşandinê bû. Loma xwestin gaveke din ya hinekî berfirehtir li gel çend rêxistin û partiyên din bavêjin. Xwestin bi hevre bi navê PYSK partyeke sîwan damezirînin.

Xebata bi navê PYSK (Paratiya Yekitiya Sosyalîsta Kurdistanê) piştî demekê piraniya rêxistin û partiyên hebûn bi vî navî, xwestin di tevgera bakurê Kurdistanê de bibin altarnatîfek. Wan jî hin kar bi hevre kirin. Lê mixabin ew jî domdar nebû. Ji ber problem û astengiyên nava xwe ji hev belav bûn ango têk çû.

Ji têkçûna wê hin rêxistinên nû xuliqîn. Her yekê ji wan bi navekî din dîsa derketin qada siyaseta bakurê kurdistanê. Bi xebateke çend salan PAK û TEVGER bi navê PWK yekitiyek avakirin. Vê jî di destpêkêde baweriyek da milet. Gelekan hêvîkirin ku ev ê bibe altarnatîfek.

Lê îro em dibînin ku PWK ji bona rêxistineke sîwan di nava kar û xebatê de ye. Helbet li vir nerîn û dîtinên serokê PWK ya brêz Mustefa Ozçelîk girîng in. Daxwazên cenabî wî di cih de ye. Ji vê re tu gotina min tuneye. Lê di şert û mercên îro de nepêkan e.

Gelo ew kesên bi salan partî hilweşandin û bi navekî nû derketin qada siyaseta bakurê kurdistanê û di xebatên xwe de bê encam mane. Dê çawa di partiyeke sîwan de çalak bibin? Şaşiya mezin di virde ye ku brêz Mustefa Ozçelîk vê nabîne an naxwaze bibîne. Ji ber ku helwesta wî zelal û armanca wî kurdistanî ye, loma naxwaze wan bibîne. Ji ber ku ew bi agirê yekitiyeke xurt ya bakurê Kurdistanê dişewite.

Li gor min ew daxwaza wî ya îro ji siyaseta îro ya bakurê kurdistanê dûr e. Dibe ku piştî demeke dirêj ew pêk bê. Siyaset bi rîsk e û ji wê re kar û xebat lazim e. Ew xebat jî bi salmezinan nabe. Lêne niha.

Heger brêz Mustefa Ozelîk ev bidîta ji dêlve daxwazeke partiyek sîwan ku weke teorî rast e, lê di pratîka kurdên îro de ne pêkan e, dê neaniya zimên. Ji ber ku hosta û kevirên ji bona avahiyeke nû ew kesên ku berê çend partî damezrandibûn. Divê êdî bê zanîn ku bi wan kesana tu avahiyên nû pêk nayê.

Ji bona em bikaribin partiyeke sîwan bi hevre amade bikin, divê berê em weke her partî û rêxistin, xwe tekûz bikin, rast bikin û bi hêz bikin ku em bikaribin rol û erkên xwe bînin cih.

Bi kesên çend partî avakirine û xerabkirine, tu partiyên sîwan pêk nayê. Ji ber ku ew camêrana fêrî ji du salan carekê tiştekî nû ava bikin da ku wextê xwe bi wê derbas bikin, bûne.

Heger armanc û hedef sîwaneke neteweyî be. Ji bona vê divê her partî berê nava xwe saxlem û paqij bike. Partiya ku di nava xwe de ne li hev be. Dê çawa bi partiyên din re li hev bikin???

Heger bi rastî jî em dixwazin karekî baş ji bona gelê xwe pêk bînin. Ji dêlva partiyeke sîwan, divê ew partî û kesên dikarin bi hevre kar bikin bêne ba hev. Ew jî ne bi navê yek partî. Gava ewil bila eniyek neteweyî be. Di bin wî konî de mirov bi hevre kar dike. Dema ku dem û zeman hat mirov dikare bibe yek partî jî.

Li gor baweriya min, îro eniyeke neteweyî ji me re lazim e. Ji bona wê jî divê her partiyên Kurdistanê berê astengî û nakokiyên di nava xwe hal bikin, da ku bikaribin avahiyeke berfireh damezrînin.

Loma divê berê ew partiyên nêzîkî hev, bi navekî platform an eniyekê damezrînin. Dûre û hêdî hêdî partî, kes û kesayetî dikarin bibin endamê wê. Ez di wê baweriyê de me ku îro hemî partiyên Kurdistanê bibin yek partî jî dê dîsa nebin altarnatîf. Ji bona bibin altarnatîf, divê pêşkêşî ciwan û jin bikin. Ciwan dikarin ji me salmezinan bêtir birevin. Jin jî diafirîne. Lê îro li bakurê Kurdistanê piraniya partiyên me ji wan dûr in. An kêm kes endam û rêvebir in…

Îro ne pêkan e ku hemî partî û tevgerên heyî bibin yek partî. Ji xwe derdekî wan î weha tune ye. Heger heba di nava xwe de her yek nedibûn çend perçe. Loma divê em berê perçan bighêjînin hev, dûre jî ji bona avakirina sîwaneke neteweyî dê gavên asasî bêne avêtin.

Kurdistanli ber têkçûnê ye, zimanê şêrîn kurdiya delal di sikratê de ye, dîrok roj bi roj wenda dibe. Heger em jî hê bi aqilê salên 1980 tevbigerin, jin û ciwanan nekin rêvebir em ê wenda bikin. Ji xwe me wenda jî kiriye.

Bûbê Eser

 

 

109 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:12:09