Hemas: Li Xezeyê li ser agirbestê rêkeftin çêbû

Hemasê piştrast kir ku li Xezeyê li ser agirbestê rêkeftin çêbûye.

9 Cotmeh 2025 - 10:19
9 Cotmeh 2025 - 10:19
 0
Hemas: Li Xezeyê li ser agirbestê rêkeftin çêbû

Di daxuyaniyeke nivîskî ya Hemasê de hat piştrastkirin ku li Xezeyê li ser agirbestê rêkeftin çêbûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hemas radigihîne ku li ser rêkeftineke li hev hatiye kirin ku bidawîanîna şerê li dijî Xezeyê, vekişîna dagirkeran, ketina alîkariyan û pevguhertina dîlan li xwe digire."

Di daxuyaniyê de spasiya navbeynkaran hat kirin û wiha hat gotin:

"Em hewlên birayên xwe yên navbeynkar ên li Qeter, Misir û Tirkiyeyê bi teqdîreke mezin pêşwazî dikin.

Her wiha em hewlên Serokê Amerîkayê Donald Trump jî teqdîr dikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 17 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:25:13