Nêçîrvan Barzanî: Kuştina du mamosteyên zanîngehê tawaneke hovane ye

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê bûyera kuştina herdu mamosteyên zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê de peyamek belav kir û ragihad, ji ber bûyerê ew gelekî nîgeran û xemgîn e.

28 Hezîran 2022 - 11:54
28 Hezîran 2022 - 11:54
 0
Nêçîrvan Barzanî: Kuştina du mamosteyên zanîngehê tawaneke hovane ye

Îro Sêşembê 28ê Hezîrana 2022an, Dekanê Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selahedîn D. Kawan Îsmaîl Gerdî û mamosetyê Kolêja Endazyariyê li heman zanîngehê D. Îdrîs Îzet Hemexan ji aliyê xwandekarekî Zanîngeha Soranê ve hatin kuştin.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê de peyamek belav kir û ragihand, “Bi şehdîbûn û jidestdana D. Kawan Îsmaîl û D. Îdrîs Hemexan gelek xemgîn im, ku îro bûne qurbaniyên tawaneke hovane ya dilşewat.”

Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê ji xizm û malbatên herdu mamosteyan re dixwaze û dibêje, “Hevsoz û şirîkê xema wan im. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku ruhê wan bixe ber rehm û dilovaniya xwe û sebrê bide malbat û xizmên wan.”

Ev nûçe bi tevahî 815 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:58:09