Nêçîrvan Barzanî li ser fesixkirina HSDyê daxuyaniyek belav kir

Nêçîrvan Barzanî bi germî pêvajoya tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav artêşa Sûriyeyê pêşwazî dike.

27 Tebax 2026 - 11:01
27 Tebax 2026 - 11:01
 0
Nêçîrvan Barzanî li ser fesixkirina HSDyê daxuyaniyek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê derbarê tevlîkirina HSDyê ya nav hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir:

"Ez pêşwaziyê li wê bipêşketina mezin dikim ku di pêvajoya tevlîbûna HSDyê ya nav hêzên hikûmeta Sûriyeyê de bi dest ketiye.

Ez pêşwaziyê li wan gavan dikim ku ji bo bicihanîna peymanên di navbera wan de hatine avêtin."

Serokê Herêma Kurdistanê vê gavê wekî "pêşhateke girîng a ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya Sûriyeyê" dibîne.

Ew her wiha ji hemû partiyên Kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê dixwaze ku piştgiriyê bidin van gavan û beşdarî biserxistina wan bibin.

Pesnê Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî da

Nêçîrvan Barzanî li ser rola serkirdeyên vê pêvajoyê jî got:

"Ez qedr û qîmeteke mezin didim dîtina hekîmane ya Ehmed Şer û rêbaza wî ya berpirsyarane ya di çareserkirina pirsgirêkan de ya bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê.

Her wiha pesnê serokiya wî ya Sûriyeyê ya ber bi paşerojeke baştir ve didim.

Her wiha ez qedr û qîmeteke mezin didim rol û hewlên Birêz Mezlûm Ebdî yên di biserxistina vê pêvajoyê de."

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî dike ku ev pêvajo bi temamî were bicihanîn û bibe destpêka qonaxeke nû li Sûriyeyê.

Barzanî hêvî dike ku di vê qonaxê de "mafên hemû welatî û pêkhateyan parastî bin û welat ber bi aştî, asayîş, aramî, vejîn û xweşguzeraniyeke zêdetir ve gavan biavêje."

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:01:40