Nêçîrvan Barzanî: Peymana 11ê Adarê destkefta herî mezin a siyasî û zagonî bû
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di salvegera Peymana 11ê Adarê de peyamek belav kir û ragihand; Peymana 11ê Adara 1970î, ne tenê destkeftiyeke neteweyî bû, belku nexşerêyeke durist û nimûneyî bû ji bo çespandina aştî û pêkvejiyanê li Iraqê.
Neçîrvan Barzanî herwiha got: "Ev peyman wekî yekemîn belgeya fermî ya naskirina mafên gelê Kurdistanê di dîroka hevdem de hate tomarkirin û bû bingeha hemû destkeftiyên paşerojê yên Herêma Kurdistanê."
Deqê peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Îro em bi şanaziyê ve salvegera pêncî û şeş saliya peymana dîrokî ya 11ê Adara 1970an bi bîr tînin. Ev rêkeftin ku bi rêberiya Barzaniyê Nemir û Şoreşa Mezin a Îlonê hat holê, destkefta herî mezin a siyasî û zagonî bû. Wek yekem belgeya fermî ya naskirina mafên gelê Kurdistanê di dîroka hemdem de hate tomar kirin û bû bingeha hemû destkeftiyên paşerojê yên Herêma Kurdistanê. Di vê bîranînê de, em serê rêz û hurmetê li ber giyanê paqij ê şehîdan ditewînin û silavan li têkoşer û Pêşmergeyên qehreman re dişînîn.
Rêkeftina 11ê Adarê ne tenê destkeftiyeke neteweyî bû, lê belê nexşerêyeke rast û mînakî bû ji bo bicihkirina aştî û pêkvejiyanê li Iraqê. Dîrokê îspat kir ku peşîmanbûna desthilatdarên wê demê yên Iraqê ji wê rêkeftinê û xwe spartina mantiqa hêzê li şûna diyalogê, Iraq rûbirûyî bi dehsalan şer, wêranî, bê ewlehî û windakirina samanên mirovî û maddî kir, ku heta îro jî bedêla wan şaşiyên dîrokî dide.
Di demekê de ku em vê bîranînê dikin, herêma me di nav tevlihevî û metirsiyên geşbûna şer de ye. Ev rewşa aloz ji me re dibêje ku pêwîst e hemû alî bi hestiyarî û berpirsiyarî tevbigerin û pirsgirêk bi awayekî aştiyane bêne çareser kirin û pêşî li zêdetir belavbûna şer û aloziyan bê girtin. Li Iraqê jî pêwîst e em hemû ders ji dîrokê werbigrin û bizanibin ku ewlehî bi hevdû pejirandin û bicihkirina sîstema federalî û dadperweriyê pêktê.
Di vê bîranînê de, em tekez li ser yekrêzî û hevgirtina di navbera aliyên Kurdistanî de dikin, wek tenê mîsogeriya parastina kiyana federalî û destkeft û mafên me yên destûrî. Bila em bi hev re bixebitin da ku Kurdistan û Iraqê ji metirsiyên şer dûr bixin û paşerojeke geştir, avadantir û tijî aştî ji bo nifşên xwe ava bikin.
Silav li bîranîna 11ê Adarê. Silav ji bo giyanê pak ê şehîdan.
Nûvekirina herî dawî: 14:53:54