Li Bakurê Kurdistanê Yekitî Çênabe!!!

11 Adar 2026 - 12:15
11 Adar 2026 - 12:15
 0
Li Bakurê Kurdistanê Yekitî Çênabe!!!

Min gelek caran gotiye, nivîsî ye û dîsa dibêjim ku li bakurê Kurdistanê li gor şert û mercên heyî, pêkanîna yekitiyek neteweyî zehmet. Zehmete ji ber ku berjewendiya şexsan û partiyan di ser ya neteweyî re tê girtin.

Ji ber ku partî û tevgerên heyî piraniya wan li ser pêvajoyên (berdewamiya) xwe yên îdeolojîk û sexsî ne, loma yekitiyek bi hevre li ser xeta neteweyî ne pêkana ku bi serbikeve. Pêşiyên me gotine: “kurmê şêrî heta pîrî”.

Bi devkî herkes behsa yekitiyan dikin. Hingê behs dikin ku dema di raya giştî de tu kê ji wan guhdarî dike, mirov dibêje bi rastî ev ya herî raste ku vê dibêje. Lê hezar mixabin, dema tu aliyê din jî guhdarî dike, dîsa mirov dighêje wê baweriyê ku yên rast dibijin, ev bi xwe ye. Ji ber ku bi awayekî nehênî, di nava çar dîwarande bi hevre didin û distînin. Kîjana ji wan rast dibêjin, mirov nizane. Ji bona rastî bê fêm kirin jî divê protokolên xwe ji raya giştî re eşkere bikin da ku rewş bi zelalî bê fêmkirin.

Ji salên 1970 heta niha ev çande nebin yek, di nava siyaseta bakurê Kurdistanê de şîn hatiye û tovên xwe bi kurahî berra nava siyaseta wan daye. Ma gelo tenê li bakur weha ye? Helbet na. Li perçên din jî ev çand serdest e. Lê ji ber mijara me bakurê Kurdistanê ye, ez ê li ser wê tenê rawestin.

Ev çanda ji bona em nebin yek, hê di dema feodalîzmê ango dema ku sîstema axatiyê li bakurê kurdistanê serdest bû heye û heta niha didome. Yanî ji bona em nebin yek, axa û beglerên me di demên xwe de çi kirine, çi gotine û ji bona nebin yek çi astengî dane pêşberî hev, îro jî ew şertên do lê bi awayekî mordern tê kirin.

Yekitî li ser asasê li hevkirin û toleransê pêk tê. Ew jî ew e ku dema niyeta me re hebe bibe yek, divê herkes ji aliyê xwe de bi tolerans û qebûlbar tevbigerin. Yek fikra xwe an daxwaza xwe li ser yeka din ferz nekin.

Te ji xwe re çi xwest divê tu li gor wê, ji yên li hemberî xwe re jî wê bixwazî. Dema ku mirov got ji bona yekitiyan nav ne xeta sor e û li ser hebûna navê xwe israr kirin, di eslê xwe de xeta sor ev bi xwe ye.

Di yekitiyan de dema li gor matematîkê bê tevgerandin, ji xwe ev jî dibe xeta sor. Dema tu xwedî du destûr be, yek nehînî û yek jî eşkere be, tu nikare yekitiyan pêk bîne. Di destûra eşkere de tu yekitiyê diparêze, li di ya nehênî de jî tu li dij yekitiyê be, an tu bixwaze ya xwe li ser ya li hember xwe ferz bike, armanc û hedefa te dibe tiştekî din. Li gor min ev nerîn di nava hemî partiyên me de serdest e.

Loma jî ez gihiştime wê baweriyê ku hê siyasetmedarên bakurê Kurdistanê ji çanda yekitiyan dûr in. Ji bona ev bikemile, divê em li ser asasê yekitiyan wextê xwe heba nekin. Mirov ji dêlva vê, dikare li ser hin xalan bi hevre kar bike û hew. Ev dikare bibe gava ewil ya ji bona haziriya yekitiyek bi hêz ya partiyên Kurdistanî. Dema ku mirov bi hevre kar kir, mirovê hevdu nas bike û helwestên kê çi be dê zelal bibe.

Tiştekî din jî ji bona partiyên Kurdistanî ew e ku bi mudaxeleyeke derve dikarin bêne ba hev û li ser xeta neteweyî yekitiyek pêk bînin. Ew jî ya divê bi zordayîneke ji teref Emerîka an Îsraîlê bibe, em dikarin di rojekê de, bê ku munaqeşeyek bê kirin, wê yekitiya partiyên Kurdistanî di çend saetan de pêk bê. Ji ber ku di çanda miletên bindest û kolonî de zorserdestî derbas dibe. Loma jî her tiştî bi darê zorê qebûl dikin.

Ya jî serok Mesûd Barzanî bangî hemî partiyên bakurê Kurdistanê yên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne, bike. Pêwîstiya şert û mercên yekitiyê li ser wan ferz bike, hûn bawer bikin wê yekitiya partiyên bakurê Kurdistanî di rojekê de pêk bê. 

Ji vê pêve baweriya min nemaye ku partiyên bakurê Kurdistanê bi aqilekî selim û ji hev bawer, bi ruhiyeteke neteweyî dê bikaribin yekitî û yekrêziya nava xwe pêk bînin.

Ya herî girîng jî, hin kesên berjewendîperest, nexweşên kursî û maqaman ku ne hêjane û cihê girîng bi dest xistine jî dê tu caran nexwazin yekitî pêk bê. Ji ber ku yekitî li dij berjewendiya wan î sexsî û malbatî ye.

Sedema neyekrêziya nava male me jî eşkere û diyar e. Piraniya siyasetmedarên partiyên me hê jî îdeojîk in ya jî hê xwe ji wê çandê azad nekirine. Hê bi piraniyan re dijminatiya salên heftê ku li dijberî hevbûn, didome. Di rewşên weha de jî yekitî pêk nayê.

Loma divê em vê xala yekitiyê hilînin heta ku mudaxeleyên ji derve, me bikin yek. Divê her partî li gor hebûna xwe. Li gor destûr û bernameya xwe, karê xwe bikin, dê baştir û bi xêrtir be. Ji ber ku ji bona yekitiyan em bi salan kedê didinê, ew ked û zehmetî vala dihare.

Bi xebata yekitiyan de jî em karê partiya xwe weke tê xwestin nakin. Em ji bona xurtbûna partiyek bi hêz, xwedî aborî û medyayek baş zêde ked û wextê nadinê. Bi vê jî ne yekitî pêk tê, ne jî em xwe xurt dikin.

Ya baş em meseleya yekitiyan bihêlin û dest bavêjin karên navxweyî.

Li gor min rêya herî rast ev e. Nebêjin, em dixwazin, lê yên din naxwazin. Partiyên din dijmin nebînin. Loma ya girîng ew e ku her partî berê endamên xwe fêrî çanda yekitiyê bikin. Dema ku endam an rêvebirekî got ku hûn bi filan partiyê re bibin yek, ez ê li dij bim, ji xwe yekitî çênabe. Loma sûçûn xwe, hawaleyî partiyên din nekin û ne jî bibêjin ew yekitiyan naxwazin.

Bi hemî partiyên Kurdistanî re dost bin, lê bila karê we yên asasî divê xebata nava we be û endamên xwe fêrî çanda yekîtî û yekrêziyê bikin, baştir e. Heger partiyeke di nava xwe de bi endam û rêvebirên xwe ji bona yekitiyekê ne amade bin, yekitî pêk nayê…

Em bi vî hal û rewşê nikarên li bakurê Kurdistanê tu yekitiyên bi bawerî, xurt û bi hêz damezrînin. Divê êdî em wextê xwe ji bona gotina em ê yekitiyek girseyî ava bikin, nedin. Çi dema partiyek di nava xwede bi hêz û qawet bû, bibe xwedî îmkanên baş, aha wê demê mirov dikare behsa yekitiyan bike. Ji ber ku yekitî bi partiyên lawaz û qels re pêk nayê. Divê em berê vê baş fêr bibin, dûre behsa yekitiyan bikin.

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
104 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:21:39