Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Erdogan kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta serkeftina wî di hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de, di peyamekê de pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

29 Gulan 2023 - 02:44
29 Gulan 2023 - 02:44
 0
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Erdogan kir

Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Ez bi navê Herêma Kurdistanê bi helkefta hilbijartina birêz Recep Tayyip Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê pîrozbahiyê li wî dikim.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje: “Ez hêvî dikim ku ji bo zêdetir pêşdebirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyê de bi hev re kar bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 602 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:13:24