Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tevgera Hîkmetê ya Îraqê Emar Hekîm rewşa Îraqê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin.

8 Cotmeh 2025 - 10:23
8 Cotmeh 2025 - 10:23
 0
Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Hewlêrê Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm û şandeya pê re qebûl kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêvajoya siyasî ya welat, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hilbijartinên bê yên Îraqê û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Îraqê, bi taybetî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Her du aliya tekez kir ku hevkariya di navbera aliyên siyasî û pêkhateyan de ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û parastina aramî û îstiqrara welat gelekî girîng e.

 

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:28:41