Ebdûlazîz Qasim: Nezelaliya Helwesta Amerîka li hember mafên Gelê Kurdî li Sûriyê

'' Lê belê, di rewşa îro de nezelaliyek di helwestê Washingtonê de li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê berçav dibe û bi taybetî piştî daxuyaniyên vê dawiyê yên berovajî helwesta Amerîka li ser zarê balyozê wê li Tirkiyê Thomas Barrak, ku di nav şeqama Kurdî de metirseyek peyda kiriye, nemaze ku Amerîka li ser dagîrkirina Efrîn û Serêkaniyê hîç helwestek li dijî Tirkiyê negirt!.''

8 Cotmeh 2025 - 10:27
8 Cotmeh 2025 - 10:27
 0
Ebdûlazîz Qasim: Nezelaliya Helwesta Amerîka li hember mafên Gelê Kurdî li Sûriyê

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be'is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike û heman siyaseta nijadperistî li dijî Gelê Kurd didomîne, nemaze piştî piştgiriya dewletên Erebî, Amerîkî, Ewropî û Rûsyayê ji bo wê û pêşwaziya germ li Ehmed El-Şera'h (El-Culanî) li Neteweyên Yekbûyî, ku dîtir sadetirîn maf bo netewa Kurd qebûl nake û bi taybetî ku Tirkiyê bi zelalî piştgiriya siyaseta (El- Culanî) li dijî gelê Kurd dike, û radiwestê li hember her destkefteke neteweyî bo Gelê Kurd û bûye kelem û astengiyek mezin li pêşiya daxwazên neteweyî yên gelê Kurd, ku her statoyek kurdî red dike û wekî gefek rasterast li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne.

Lewra wisa diyar dibe ku zehmetî û astengiyên mezin dê bikevin li pêş çareserkirina pirsa neteweyî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ku bêyî piştgiriyek navdewletî bihêz, dibe ku Kurd nikarbin mafên xwe misoger bikin û destkeftên hatine bidestxistin biparêzin.

Îro li hember hewldanên Tirkiyê û gefên desthilata demkî ya Sûriyê, pêdiviya Gelê Kurd bi piştgiriya tevaya Gelê Kurd li Kurdistanê heye û bi taybetî piştgiriya Herêma Kurdistanê, zêdebarî ku pêdiviya Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriyek navdewletî ya bihêz heye û bi taybetî pêdivî bi piştgiriya Amerîka û Ewropî heye, ku îro Fransa bi rolek mezin radibe bo piştevaniya çareserkirina pirsa neteweyî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, herwiha ku bi zelalî piştgiriya federalizmê dike û hewl dide mêhvandariya danustandinên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Sûriyê li Qesra Elîzeyê li Parîsê bikey, tevlî dijberiya Tirkiyê ya berdewam ji vê mêhvandariyê re, ku hevdem Fransa her ji destpêka damezrandina dewleta Sûriyê berî sed salî û heta niha piştgiriya mafên Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û hebûna statoyek Kurdî dike.

Lê wek tê zanîn ku Fransa tevî giringiya piştgiriya wê ji rûyê diplomatik û siyasî ve, ku yek ji endamê Encûmena Ewlehiya NY'î ye û mafê Vito heye, lê li ser erdê bêyî piştgiriya dewletên dîtir yên Ewropayê kartêkirinek mezin wekî Rûsya û Amerîka nîne.

Hevdem ku Washington jî, ji aliyê xwe ve, Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) wekî hevalbendê xwe yê serekî li Sûriya dibînê û bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê û li dijî terorîzmê de, û ev hevpeymanî li ser zarê rayedarên herî bilind yên koça Spî û di nav de Serok Duland Trump û herwiha Serokê berê John Baden jî gelek caran hatiye dupatkirin, ku bi piranî piştgiriya xwe ya ji bo "Hevkariya Ewlehiyê" bi HSD re piştrast kiriye, lê di heman demê de garantiyên zelal derbarê pirsa neteweyî û mafên siyasî yên Gelê kurd pêşkêş nekiriye, tevî ku di salên borî de gelek hewl dida ji bo serxistina diyaloga Kurdî- Kurdî di navbera hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de.

Lê belê, di rewşa îro de nezelaliyek di helwestê Washingtonê de li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê berçav dibe û bi taybetî piştî daxuyaniyên vê dawiyê yên berovajî helwesta Amerîka li ser zarê balyozê wê li Tirkiyê Thomas Barrak, ku di nav şeqama Kurdî de metirseyek peyda kiriye, nemaze ku Amerîka li ser dagîrkirina Efrîn û Serêkaniyê hîç helwestek li dijî Tirkiyê negirt!.

Washington, heta radeyekî li hember zêdexwaziya Tirkiyê radiwestê, lê hevdem Tirkiyê wek dewleteke hevpeyman ya stratejîk xwe li Rojhilata Navîn dibîne, herwiha ku endamekî NATO'ê ye, lewra Washington gelek caran guvaştinan têxe li ser HSD ku asta daxwazên neteweyî kêm bike. 

Lewra Washington wekî piştgirekî rasteqîn bo Gelê Kurd nayê dîtin, tevî giringiya rola wê di qada Sûriyê de, lê bawerî bi Fransa pitir dibe tevlî ku rola wê li ser erdê kêmtir ji ya Amerîka ye.

Her di vê mijarê de û di çarçova dewletên kartêker û xudan bandor û pêgeh li ser erdê û bi taybetî di qada Sûriyê de, bi hîç awayî nabe rola dewleta Israelê, wekî dewleteke zilhêz jibîr bikin, ku Israel netenê dewleteke zilhêz e, lê herwiha heta dikarê kartêkirin û destkariyê li ser siyaseta Amerîkî jî bike, lewra îro pêdivî bi dîtina deweta Israel heye, nemaze ku Israel bi awayekî aşkere piştgiriya Durzîyan dike, ku niha Durzî daxwaza serxwebûna xwe dikin, Ku îro û piştî 7'ê Oktoberê, Israel giringiya xwe heye, nemaze ku raydarên pilebilind yên dewleta Israelê di daxuyaniyên xwe de behsa mafên neteweyî yên gelê Kurd û Elewiyan jî dikin.

Li dawiyê bi dîtina min; ku ev desthilata Sûriyê dê nikaribe berdewam bimîne li ser desthilatê tevî piştgiriya Tirkiyê û Qeterê jêre, û bêyî çareserkirina pirsa neteweyî ya Kurdî û bêyî misogerkirina mafên Durzî û Elewiyan dê Sûriya ber bi parçebûnê biçe.

 

Ev nûçe bi tevahî 54 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:29:38