Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî li Bexdayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiyan.

15 Gulan 2024 - 07:01
15 Gulan 2024 - 07:01
 0
Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî li Bexdayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh çû Bexdayê

Nêçîrvan Barzanî piştî civînên bi Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayeq Zêdan û Serokê Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê Casim Mihemed Ebûd re bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re jî civiya.

Di vê serdanan Nêçîrvan Barzanî de du mijarên girîng têne gotûbêjkirin.

Yek mûçeyên pêşmerge û fermanberên Herêma Kurdistanê, budce û pişka Herêma Kurdistanê ye.

Mijara duyemîn jî hilbijartinên Parlamentoyê Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî herî dawî 27ê Nîsanê çûbû Bexdayê û bi serkirdeyên Îraqê re civiyabû.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku di civîna Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî de dê mijarên hevbeş bên gotûbêjkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1055 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:52:01