Artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê xaleke kontrolê danî

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi ser gundê Mueleqeyê yê li parêzgeha Quneytrayê ya li başûrêrojavayê Sûriyeyê de girtiye û li herêmê xaleke kontrolê daniye.

13 Cotmeh 2025 - 11:12
13 Cotmeh 2025 - 11:12
 0
Artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê xaleke kontrolê danî

Li gorî Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA), konvoyeke ku ji sê wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê pêk dihat, ketiye gundê Mueleqeyê yê parêzgeha Quneytrayê.

Leşkerên Îsraîlê piştî ku bi ser gund de girt, xaleke kontrolê danî.

Hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlî yên ku li herêmê çalakiyên leşkerî dimeşînin, rê nadin sivîl derbas bibin û hinek rê girtine.

Li aliyê din, hat ragihandin ku balafirên keşfê yên artêşa Îsraîlê ketine qada asmanî ya Sûriyeyê û li başûrê Quneytrayê firiyane.

"Îsraîlê zêdetirî 1000 êriş pêk anîne"

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer eşkere kiribû ku artêşa Îsraîlê ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ku rejîm tê de hat rûxandin heta 18ê Îlona 2025an zêdetirî 1000 êrişên asmanî û zêdetirî 400 êrişên bejayî pêk anîne.

 

Ev nûçe bi tevahî 26 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:20:03