Serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahiya Boris Johnson kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyê li Serokwezîrê Brîtanya dike.

27.07.2019, Cts - 07:19

Serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahiya Boris Johnson kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma kurdstanê Mesrûr Barzanî, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, bi boneya hilbijartina wî wek Serokwezîr kir.

Di peyamê de Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê bo Serokwezîrê Brîtanya xwest û amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê û Brîtanya pêwendiyên wan ên dostane hene û spasiya piştevaniya Johnson ya ji bo Herêma Kurdistanê dike û dibêje " Bi taybet gelekî spasiya cenabê te dikim, ku piştevaniya me kir, çi dema ku tu şaredarê Londonê bû yan jî, dema tu Wezîrê Derve bû. Herweha em wek dost û hevbeşek dikarin pişta xwe bi hevûdu girêbidin.

Di dawiyê de Mesrûr Barzanî got, ku ew hêvîxwaz e, di pirsên herêmî û navdewletî de, ji nêzîk ve hemehangiyê ligel hev bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 856 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x