Li gorî gotina berpirsên Amerîkayê, êriş saet 02:30ê berbanga roja yekşemê bi dema Tehranê, bi rêya balafirên bombeavêj ên B-2 li dijî Bingeha Atomî ya Fordoyê dest pê kir.
Balafiran bombeyên stargehan têk dibin (GBU-57) avêtin ser Bingeha Atomî ya Fordoyê ku ji bo Amerîka û Îsraîlê armanca herî dijwar bû û 80 heta 90 metreyan di binê çiyayên bajarê Qumê de ye.
Her wiha keştiyên binavê yên Amerîkayê ji sînorên avî yên Kendavê, nêzîkî 30 mûşekên Tomahawk avêtin bingehên Netenz û Îsfehanê.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê li ser êrişa welatê xwe di konferansa rojnamegeriyê de axivî.
Pete Hegseth her wiha diyar kir ku wêrekiya ti serokekî nebû ku bi vî awayî li hemberî Îranê tevbigere.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê da zanîn ku wan di êrişê de 7 balafir bi kar anîne û got, “Me gelek bi hûrgilî li armancên xwe da û hêzên me yên deryayî 25 mûşek avêtin Îranê.
Ya baş ew e Îran pêngavekê dijberî me navêje."
Berbanga îro, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrişî tesîsên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê kiriye.
Trump da zanîn ku balafirên wan asmanê Îranê li dû xwe hiştiye û êrişên wan bi awayekî serkeftî hatine pêkanîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişên xwe yê li bingehên atomî yên Îranê wekî “pir serkeftî” bi nav kir û anî ziman:
“Bombebaraneke giran li tesîsa serekî Fordoyê hat kirin. Hemû balafir bi selametî di rêya vegera malê de ne.
Ti leşkerên din li cîhanê nînin ku karibin vê bikin. Niha dema aştiyê ye!”
Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî li ser êrişa Amerîkayê neaxivî lê belê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan û Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî gefa bersivdana Amerîkayê xwarin.
Mesûd Pizişkiyan ragihand ku Amerîkayê "bêhêziya" Îsraîlê dît, lewma ew bi xwe hate meydanê.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî diyar kir, "Îran dê li hemberî her destdirêjiyeke Amerîka û rejîma Siyonîst bisekine."
Pete Hegseth derbarê sedema êrişa wan û tolhildana Îranê de got, Tehranê "bi serhişkî" bersiva daxwaza Trump daye û got: "Baştir e dijminên Amerîkayê li ser tolhildanê nefikirin."