Trump gef li Hemasê xwar: Ev hişyariya dawî ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump Hemas tehdîd kir û got, “Ev hişyariya dawî ye. Demeke baş e ku hûn Xezeyê biterikînin.”

06.03.2025, Per - 11:18

Trump gef li Hemasê xwar: Ev hişyariya dawî ye
Nuçe Belav bike

Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û helwesta xwe ya li ser Xezeyê ducare kir.

"Hemû dîlan niha berdin”

Trump ragihand ku divê endamên Hemasê bi temamî ji Xezeyê derkevin û wî diyar kir ku dê hemû piştgiriya ku Îsraîl dixwaze bide wan û anî zimên:

"Hemû dîlan niha berdin, ne paşê. Yan jî dê ev kar ji bo we temam bibe.

Ez her tiştê ku pêwîst e didim Îsraîlê da ku kar biqedîne. Eger hûn wekî ku ez dibêjim nekin ti endamê Hamasê dê ewle nebe.

Trump bangî rêberên Hamasê jî kir û got, "Ev hişyariya we ya dawî ye. Hîn ku şansê we heye ev demeke baş e ku hûn Xezeyê biterikînin."

Trump bangî gelê Xezeyê jî kir û xwest ku dîl bên berdan û got ku eger bernedin, dê bihayê wê bi canê xwe bidin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x