Karbidestên Swêdî û Fînlandî Wê Serdana Tirkîyê Bikin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Swêd û Fînlandîya dê karbidestên xwe sibê Çarşemê bo danûstandinan bişînin Tirkîyê.

24.05.2022, Sal - 11:29

Karbidestên Swêdî û Fînlandî Wê Serdana Tirkîyê Bikin
Nuçe Belav bike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Swêd û Fînlandîya dê karbidestên xwe sibê Çarşemê bo danûstandinan bişînin Tirkîyê.

Reutersê ji zarê Wezîrê Derve yê Fînlandîya Pekka Haavisto da zanîn ku karbidest dê ser dijberîya Tirkîyê ya bo endamtîya NATO danûstandinê bikin.

Haavisto li Davosê da zanîn ku danûstandinên Swêd û Fînlandîya ya bo endamtîya NATO didomin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir û Fînlandîya û Swêd ji wê çaxê vir ve ser endamtîya bo NATO danûstandinê dikin.

Bo welatên nû di NATO kevin divê 30 welatên tifaqê bi yekdengî endamtîyê bipejirînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 422 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:16:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x