NYT: Amerîka 12 firokeyên şer ên F-15 dişîne Rojhilata Navîn

Rojnameya Amerîkî New York Times (NYT) aşkere kir, Pentagonê biryar daye 12 firokeyên din ên şer ên cureyê F-15 bişîne herêma Rojhilata Navîn.

14 Sibat 2026 - 11:05
14 Sibat 2026 - 11:05
 0
NYT: Amerîka 12 firokeyên şer ên F-15 dişîne Rojhilata Navîn

Berpirsên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji rojnameyê re ragihandine, firokeyên bombehilgir ên stratejîk ên cureyê B-2, ku di havîna borî de di êrîşên li dijî navendên atomî yên Îranê de hatibûn bikaranîn, li baregehên xwe yên li navxweyî Amerîkayê di rewşa "amadebaşiya bilind" de ne.

Li gorî heman çavkaniyan, ligel firokeyên F-15, Amerîka dê hejmarek balafirên cureyê EA-18 Growler jî bişîne herêmê. Taybetmendiya herî sereke ya van balafiran ew e ku dikarin tewşûşê bixin ser radaran û sîstemên parastina asmanî ya dijmin têk bibin.

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:06:37