HAK-PAR û yekitî KURD û yekrêzî

16 Sibat 2026 - 11:08
16 Sibat 2026 - 11:08
 0
HAK-PAR û yekitî KURD û yekrêzî

Li vê cîhanê tu milet weke gelê kurd ku hatibe perçekirin tune ne. Ne tenê erda me, her weha mejî, bawerî û dilsoziyên me jî perçekirine. Bi ser vî halî de jî em, xwe bi xwe hevdu qels dikin û nahêlin yekitiyek xurt pêk bê. Çi demê partiya HAK-PARê berbi xurtbûn û yekitiyan gavên asasî avêtibin, ji bona rawestandina van gavan, miheqeq ji nava wê de hinan xwestine wê perçe bikin derketine da ku wan gavana bidin rawestandin. Ya jî weha lê hatiye.

Ew hewlên weha jî li hember yekitiyek berfireh tim bûne asteng. Di her perçebûnekê de heta ku HAK-PAR bi serxwe ve hatiye, hin xwîn jî wenda kiriye. Gavên wê yên berbi yekrêziyê jî qels bûne.

Ji vê em fêm dikin ku dagirker û xulamokên wan, tim hesabê xwe û HAK-PARê kirine û bawerî bi wê anîne ku HAK-PAR ê bikaribe bibe altarnatifek û ew dikare serpereştiya yekitiya hêzên Kurdistanî bike. Loma jî naxwazin û nahêlin ew xurt bibe.

Ji ber vê tirs û xofa dagirkeran û pêgirtê wane ku ji bona HAK-PAR xurt nebe çi ji wan hatine texsîr nekirine. Bi vê munasebetê hêvî û rica min ew e ku herkesên ku rêya xwe, kar û xebatên xwe yên siyasî ji ser HAK-PARê diqetînin, diguherin maf û heqê wan e. Lê piştî vê jî nabe ku mirov li hember raya giştî hevdu kêm bike. Do hûn bi hevrebûn weke bra bûn, lê nabe ku îro bi dijminatî an bi xerabî li hember hev tevbigerin. Ev bi we nakev e.

Her kes û şexs bi dilê xwe di nava partî û rêxistinekê de cih digire. Mafê wane ku dema fikrên wan hevdu negirin, dikarin cûda jî bibin. Lê piştî cûdabûnê ne mirovahî û însanî ye ku mirov gotinên ne li rê ji hevre bike.

Êşa miletê Kurd ya sed salan ew e ku em nebûne yek û her me li dij hev kar û xebat kirine. Loma jî heta roja îro li bakurê Kurdistanê me tu serketin bi dest nexistine. Ma gelo me qet dersek ji vê girtiye? NA.

Bala xwe bidinê di dîroka hemî kurdande yekem car Barzaniyan li başûrê Kurdistanê yekitiya heyşt(8) eşîrên Kurd bi navê Barzanî û di bin sîwaneke neteweyî de kirine yek. Heger em îro li başûrê Kurdistanê bûne xwedî deskeftiyekê bi saya wê yekitiyê bû. Divê kurd û partiyên me yên siyasî ji vê sûd bigirin, da ku ew jî bikaribin tiştên tê xwestin pêk bînin.

Li bakurê Kurdistanê jî ev sed salên ku em li hemberî dagirkeran şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê didin, lê me her wenda kirine. Sedema wê jî ne li hevbûn û neyekrêziya nava mala me bû. Hê jî em vê adetê berdewam dikin.

Divê êdî em weke kurdên bakurê Kurdistanê ji vê dersekê derxin. Bizanibin û fêr bibin ku heta em yekitî û yekrêziya nava mala xwe pêk neynin, em ê weke kurdên bakurê Kurdistanê qet bi sernekevin. Ji bona serketinê jî ji me re yekitiyek li ser xeta neteweyî û yekrêziya nava mala me  di bin sîwaneke neteweyî de lazim e.

Hêvî û rica min ji hemî dilsozên ji partiyên xwe vediqetin ku keda wan jî tê de geleke, bi nivîs û gotinên xwe, dîroka xwe reş nekin. Ji ber keda te jî di wê dîrokê de heye. Li hev vegerin problemên xwe di nava xwede û bi awayekî maqûl û medenî çareser bikin. Ji bilî vê kî çi bikin. Zerar e.

Loma girîng e ku ew kes û kesayetên ji HAK-PARê vediqetin, nekevin parastina xwe û xerabkirina partiya ku keda te jî têde heye. Divê mirov ked û zehmetiyên xwe di ber avê de bernede. Xwedîlêderketin û parastina wan kar, xebat û kedan pîroz e. Loma divê mirov hurmetkarê keda xwe be. Nabe ku mirov bikeve nava reşkirina kedên xwe.

Gazî û hawara xwe dighêjînim hemî dilsozên ku wan ked û bedelên mezin dabûn HAK-PARê ku îro gotinên ne li rê ji bona wê dibêjin. Nabe ku hûn wan ked û xebatên xwe ji ber sedemên ne sedem in, xerab rê bidin û reş bikin. Hûn bawer bikin îro şansa herî mezin ji bona kurdên bakurê kurdistanê ew e ku bi hêzkirina HAK-PARê û bi serpereştiya wê xuliqandina yekrêziya nava mala kurd e. Ji bilî vê tu şanseke me ya din tune ye.

Di vî warî de jî kêmanî û qelsiyên HAK-PARê hene. Divê em wan li gel hev bighêjînin çareseriyekê. Veqetandin, qelskirin û jê dûrketin ne çareserî ye. Çareserî yekgirtin û bi hêzkirina tevgera kurd li seran serê bakurê Kurdistanê ye, loma jî hebûn û bi hêzkirina  HAK-PARê girîng e.

Em hemî dest bidin hev, ji bona yekrêzî û yekitiyek xurt bi hevre kar bikin. Helbet dê her tişt ne bi dilê me re be, lê li ser hin xalên ku berjewendiya gelê xwe, divê mirov li rêyên li hevkirinê bigerin. Li gor min rêya çareseriya ewil jî divê ji HAK-PAR û PWK bê destpêkirin. Xurtbûn û bi hêzbûna van herdu partiyên kurdistanî di berjewendiya hemî kurdan de ye û ji bona piştgiriya başûrê Kurdistanê jî qawet e ku hin dê hesabê vê yekê jî bikin.

Dest ji karê partiyê berdan û ji endambûnê dûr ketin hêsan e. Ya girîng bi hêzkirina HAK-PARê ye ku hûn bikaribin wê bikin weke organeke sereke ya ji bona yekitî û yek rêziya nava mala kurd.

Di şert û mercên îro de, ne perçebûn û ne jî paşgotinî ji me re dibe derman. Yekitî û yekrêziya me dermanê herî mezin e. Herkesên ji welatê xwe hez dikin, divê ji bona yekrêziya nava mala kurd kar û xebatê bikin. Belavbûn û ji hevketin, ji dêlva qetandina zîncîrên koletiyê, ew bêtir mirov dijdîne ku qetandina wan zehmet dibe.

Daxwaza min ya talî ji hemî dilsozên ku dilê wan ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe lê dide, li partiya xwe vegerin. Vegerin da ku em bikaribin li gel hev hêzeke neteweyî bi hevre li bakurê Kurdistanê damezrînin. Damezrînin da ku em bibin altarnatîfa gelê xwe ku dagirker û dostên me jî êdî li gor vê hesabê me bikin.

Divê mirov carna mezinên xwe, rûsipiyên xwe, zana û teorisiyenên xwe, rewşenbîr û nivîskarên xwe jî guhdarî bike da ku miletê me ji nava vê şevreşê azad bibe. Piştî wê jî herkes kurê bavê xwe ne.

Bûbê Eser

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
345 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:11:21