PAK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê Bi Giramî Bi Bîr Tînin

Dewleta Tirkîyeyê li Dêrsimê amadekarîya jenosîdeke berfireh dikir. Û gava ewil jî dixwest Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bikujin.

9 Tîrmeh 2020 - 17:59
9 Tîrmeh 2020 - 17:59
 0
PAK:  Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê Bi Giramî Bi Bîr Tînin

Îro 83yemîn salvegera qetil kirina serok û rêberê netewî yê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanimê ye.

Serokê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim hevjîna wî ya têkoşêr û kadroyeke rêber a Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê, piştî şikestxwarina Tevgera Koçgirîyê, teslîmî Dewleta Tirkîyeyê nebûn, bi salan li çîyayên Dêrsimê jîyan.


Dewleta Tirkîyeyê li Dêrsimê amadekarîya jenosîdeke berfireh dikir. Û gava ewil jî dixwest Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bikujin.


Kesekî bi navê Zeynel ê ku kirîvê Elîşêr Beg bû, herweha sîxur û nokerê Dewleta Tirkîyeyê bû, roja 09.07.1937an serê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê jêkirin û bir teslîmî Dewleta Tirkîyeyê kirin. Heta nuha jî kes nizane ka termên Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê li ku derê ne.


Em di 83yemîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

09.07.2020


Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

…………………………………………………..

Ev nûçe bi tevahî 909 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:40:09