PDK û YNK: Çareya herî baş hilbijartin e

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya krîza heyî daxwaza lidarxistina hilbijartinan kir. Lijneya Hilbijartin a Bala ya Kurdistanê ji bo lidarxistina hilbijartinan dest bi hevdîtinan kir.

21 Berfanbar 2017 - 09:36
21 Berfanbar 2017 - 09:36
 0
PDK û YNK: Çareya herî baş hilbijartin e

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya krîza heyî daxwaza lidarxistina hilbijartinan kir. Lijneya Hilbijartin a Bala ya Kurdistanê ji bo dîroka hilbijartinan diyar bike bi partiyên siyasî yên herêmê re hevdîtinan dike.

Berpirsê bûroya hilibijartin ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Xesro Goran di axaftina xwe de got: "Rêya guherînê ne tundî û derxistina aloziyan e. Rêya guherînê hilbijartin e."

Xesro Goran di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê alîgir bi hisab tevbigerin. Kurdistan ne Kurdistana aliyekî ye û divê ti kes ji bo kaosê tevnegere."

Herwiha berpirsa bûroya hilbijartin a Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Rabihe Hemed Ebdullah jî ji bo çareseriya pirsgirêkan got: "Niha çareseriya herî baş a pirsgirêkan lidarxistina hilbijartinan e."

Ev nûçe bi tevahî 1192 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:14:39