Baregeha Barzanî ji bo lehiyên li Kerkûk û Silêmaniyê peyamek belav kir
Baregeha Barzanî ji bo mexdûrên lehiyê bangî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir.

Baregeha Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyên lehiya navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê û Kerkûkê re xwest.
Baregeha Barzanî ji Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî xwest ku di demeke herî zû de bi hawara mexdûran ve biçe.
Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de gotin:
"Bi mixabîniyeke mezin di encama barana zêde û lehiyê de li navçeya Çemçemalê û nahiyeya Leylanê ya Kerkûkê 3 welatiyan can da û hejmarek welatî jî birîndar bûn."
Baregeha Barzanî li gel sersaxiya ji bo malbatên qurbaniyan û hêviya şîfayê ya ji bo birîndaran, daxwazek arasteyî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir.
Baregeha Barzanî ji Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî xwest ku "di demeke herî zû de bi hawara mexdûr û zererdîtiyên wê bûyerê ve biçin û çi ji destê wan tê ji bo alîkariyê bikin."
Nûvekirina herî dawî: 11:17:02






































































































































































