Piştî êrişa Tirkiyê xelkê Sinûnê li dijî hebûna PKKê li wê deverê kom bûn

Bi dehan kes li nahiya Sinûnê ya Şingalê li dijî hebûna PKKê li wir kom bûn û daxwaz kirin PKK ji devera wan derkeve.

15 Hezîran 2022 - 08:06
15 Hezîran 2022 - 08:06
 0

Qasekî beriya niha firokeyên Tirkiyê baregeha PKKê li nahiya Sinûnê ya Şingalê bordûman kirin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de komek çekdar û berpirsên PKKê hatine kuştin û birîndar bûne. Ji bilî wê yekê, tirsek mezin ketiye nav xelkê Sinûnê.

Ji ber wê jî bi dehan kes li ber baregeha PKKê kom bûn û daxwaz kirin PKK ji devera wan derkeve.

Di wê kombûna nerazîbûnê de di navbera welatiyan û çekdarên PKKê de şer û alozî derket.

Ev nûçe bi tevahî 808 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:39:55