Ranye: Tirkiyeyê derdora çend gundan bombebaran kir

Tirkiyeyê bi balafirên şer êrişî hinek gundên Ranyeyê kir.

14 Hezîran 2024 - 12:57
14 Hezîran 2024 - 12:57
 0
Ranye: Tirkiyeyê derdora çend gundan bombebaran kir

 Tirkiyeyê bi balafirên şer êrişî hinek gundên Ranyeyê kir.

Bombebaranê saet 13:20î dest pê kir û gundên Zêwke û Dolî Resûyê yên bajarokê Sengeserê û gundê Paşkotelê yê bajarokê Serkeptanê hatine bombebarankirin.

Birêvebirê Bajarokê Serkeptanê Hêmin Ebdula diyar kir ku ji ber êrişê ti ziyanên canî çênebûne.

Li hêla din, ji ber bombebaranê agir bi dar û devî, pûş û pelaşê gundan ketiye.

 

Ev nûçe bi tevahî 796 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:57:08