Rapirsî: Li Rihayê kijan partî li pêş e?
- Li gorî rapirsiya Lêkolîna ASALê li Rihayê di navbera namzedên du partiyan de 4,6 puan ferq heye.

Lêkolîna Asalê li Rihayê di navbera 16-21ê Adarê de bi 1500 kesan re rapirsiyeke rûbirû kir.
Lêkolîna ASALê encamên wê rapirsiyê parve kirin.
Di rapirsiyê de tê dîtin ku dê rikaberî di navbera AK Partî û Partiya Jinûve Refahê de derbas bibe.
Encamên Rapirsiyê wiha ne:
AK Partî - Zeynel Abîdîn: Ji sedî 36,6
Partiya Jinûve Refah - Mehmet KasimGilpinar: Ji sedî 32,0
DEM Partî - Celalettîn Erkmen û Gulşen Ozer: Ji sedî 22,6
Nûvekirina herî dawî: 12:27:42