7 endamên Hizbulahê hatin kuştin

Hizbulahê ragihand ku li başûrê Libnanê di pevçûna bi artêşa Îsraîlê re 7 endamên wan hatine kuştin.

30 Adar 2024 - 11:22
30 Adar 2024 - 11:22
 0
7 endamên Hizbulahê hatin kuştin

Hizbulaha Libnanê derbarê pevçûna bi artêşa Îsraîlî re daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di pevçûnan de 7 endamên Hizbulahê ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.

Di daxuyaniyeke din de Hizbulahê ragihand ku endamekî wan ê bi navê Elî Mihemed Bakka yê 30 salî yê ji bajarê Saydayê jî hatiye kuştin.

Ji 8ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve di şer û pevçûnên navbera artêşa Îsraîl û Hizbulahê de heta niha 262 endamên Hizbulahê hatine kuştin.

Herwiha di şer û peçûnan de 53 sivîlên Libnanî, 14 endamên Tevegera Emelê, 13 endamên Hemasê, 12 endamên Cîhada Îslamê hatine kuştin.

Li aliyê din 7 sivîlên Îsraîlî û 11 leşkerên Îsraîlê jî hatine kuştin

 

Ev nûçe bi tevahî 971 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:34:36