Rayedarên Sûriye û Îsraîlê civiyan

Malpera Axiosê ya Amerîkayê ragihand ku rayedarên Sûriye û Îsraîlê li Urdinê civiyane.

24 Tebax 2026 - 11:00
24 Tebax 2026 - 11:00
 0
Rayedarên Sûriye û Îsraîlê civiyan

Ev civîn bi armanca kontrolkirin û kêmkirina aloziyên di navbera her du welatan de hatiye lidarxistin.

Li gorî agahiyên 2 çavkaniyên agahdar, Wezîrê Karên Derve Sûriyeyê Esed Şeybanî û Serokê Mossadê yê Îsraîlê Roman Gofman beşdarî civînê bûne.

Malperê diyar kir ku naveroka civînê dîtina rêbazên aramkirina aloziyan û pêşîgirtina li şerê di navbera Şam û Tel Evîvê de bûye.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê li ser vê civînê ti daxuyanî nedane.

Li gorî nûçeyêm, Esed Şeybanî jî bersiva pirsên Axiosê nedaye.

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:01:25