Rêveberiya Xweser 2 endamên ENKSyê berdan

Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 2 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) berdan.

27 Berfanbar 2024 - 07:02
27 Berfanbar 2024 - 07:02
 0
Rêveberiya Xweser 2 endamên ENKSyê berdan

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand ku her du kes wekî pêngava yekem a piştî civîna ENKSyê ya li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî serbest hatin berdan.

Mihemed Îsmaîl da zanîn ku Endamê ENKSyê yê li Tirbespiyê Remezan Hacî û endamê PDK-Syê yê li Dêrikê Kamîran Ebdî hatin berdan.

Kamîran Ebdî 10ê Îlona îsal hatibû girtin û hat berdan. Remezan Hacî jî duh hat berdan.

 

 

Ev nûçe bi tevahî 622 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:22:28